Artêşa Lubnanê: Di êrîşa Îsraîlê de fermandarekî me jiyan xwe ji dest da

Artêşa Lubnanê ragihand ku di êrîşa hêzên Îsraîlê de fermandarekî wan jiyana xwe ji dest da.

LUBNAN - ÎSRAÎL

Fermandariya artêşa Lubnanê bi daxuyaniyekê ragihand ku di êrîşa Îsraîlê ya li navçeya Seyda ya li başûrê Lubnanê ya li dijî erebeyekê de fermandarekî wê jiyana xwe ji dest da. Fermandariyê der barê mijarê de ev agahî dan: "Serheng Ebdullah 22’yê Kanûna 2025’an li ser rêya Quneytîra-Mameriye-Seydayê di êrîşa li dijî erebeya wî de jiyana xwe ji dest da."

Çavkaniyên Îsraîlî îdia kirin ku di operasyonekê de 3 kes hatine kuştin ku plana êrîşan li dijî hêzên Îsraîlê dikir. Li gorî çavkaniyan, yek ji kuştiyan endamê saziya îstîxbaratê ya Lubnanê bû û yekî din jî personelê pergala parastina hewayî bû.